Balyozê nû yê Brîtanya yê li Iraqê: Ez misilman im û navê kurê min Elî ye

Mark Bryson-Richardson di yekem daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ew misilman e û navê kurê wî jî Elî ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê nû yê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson di yekem daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ew misilman e û navê kurê wî jî Elî ye û beriya niha jî li Iraqê xebitiye.

Mark Bryson-Richardson îro li ser hesabê xwe yê facebookê peyameke vîdeoyî belav kir û ragihand ku ev cara duyem e li Iraqê dixebite û beriya niha di salên 2013 û 2014an de weke Cîgirê Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kar kiriye.

Bryson-Richardson diyar kir: “Ez kêfxweş im ku cara duyem hatim Iraqê, ez ji bo pêşvebirina pêwendiyên Brîtanya û Iraqê hatim, ji ber ku ez misilman in gelek tiştan li ser dîroka Iraqê dizanim, ez dixwazim serdana gelek cihên Iraqê bikim.”

Balyozê nû yê Brîtanyayê destnîşan kir: “Ez derçûyê zanistên olî me û ez gelek hez dikim zanyariyan li ser vî welatî berhev bikim, beriya niha jî ez Rêveberê Geşepêdanê bûm li Balyozxaneya Brîtanya ya li Iraqê.”

Herwiha eşkere kir: “Ez bi gelek hevalên xwe yên berê yê li Iraqê diaxivim, bi hêviya çendîn karên min ên nû li vî welatî, her dema derfeta min hebe, ez bi kurê xwe Elî re ku li Londonê ye, diaxivim û axaftina xwe ya zimanê Erebî pêş dixim, înşallah dê alîkariya min bike.”

Fly Erbil Advertisment