3 serbazên Iraqê di êrîşeke DAIŞê de hatin kuştin

Çekdarên DAIŞê îro înê 23ê Tîrmeha 2021ê êrîş kirin ser xaleke sînorî ya navbera Iraq û Erebistana Siûdî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê îro înê 23ê Tîrmeha 2021ê êrîş kirin ser xaleke sînorî ya navbera Iraq û Erebistana Siûdî ya li navçeya Rutbe ya parêzgeha Enbarê û di encama êrîşê de 3 serbazên Iraqê hatin kuştin.

Kanala El Hurre ragihandiye; Qaymeqamê Navçeya Rutbe Îmad Meşel diyar kiriye ku çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser xaleke sînorî ya bajarokê Rutbe yê sînorê navbera Iraq û Erebistana Siûdî, di êrîşê de du serbazên Iraqî û çekdarên Heşda Eşayîr hatin kuştin.

Îmad Meşel ragihandiye: “Di êrîşê de du serbazên din ên Iraqî jî birîndar bûne û ji ber giraniya birîna wan bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.” Herwiha hat eşkerekirin ku di êrîşê de çekdarekî DAIŞê jî hatiye kuştin.

Bajarokê Rutbe di Cotmeha 2016an de ji destê çekdarên DAIŞê hat girtin û piştî wê demê, careke din çekdarên DAIŞê êrîşên terorîstî li dijî artêşa Iraqê encam didin.