Li başûrê rojavayê Tirkiyê keleka koçberan noqî avê bû

37 kes hatin rizgarkirin û ji bo dîtina 8 kesan jî xebatên lêgerînê didomin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand ji keleka penaberan ku 161 mîl li rojavayê başûrê Kaşê binav bûbû 37 kes hatin rizgarkirin û ji bo dîtina 8 kesan jî xebatên lêgerînê didomin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Tirkiyê de hat destnîşankirin ku duh êvarê 161 mîl li başûrê rojavayê navçeya Kaşê ya Tirkiyê ku bi qasî 60 mîl li başûrê Girava Kerpeyê dikeve kelekeke ku penaber tê de bûn, binav bûye.

Li gor agahiyan demildest firqateynên "TCG Gelîboluyê" û "TCG Gokovayê" çûne herêmê û li herêmê xebatên xilaskirin û lêgerînê dane destpêkirin.

Hat diyarkirin; ji keleka ku 45 kes tê de bûn 37 kes hatine xilaskirin.

Herwiha hat ragihandin ku 2 firqateyn û firokeyeke qereqola behrê ya Fermandariya Hêzên Behrê ji bo dîtina 8 kesan xebatên xilaskirin û lêgerînê didomînin.

Fly Erbil Advertisment