Berpirsên teqîna bajarokê Sedir hatin desteserkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, plandarêj û êrîşkerên bazara bajarokê Sedirê hatin desteserkirin.

Teqîna bajarokê Sedir
Teqîna bajarokê Sedir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, plandarêj û êrîşkerên bazara bajarokê Sedirê hatin desteserkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Twittera xwe ragihand, grûpa terorist a êrîşî ser bazara Wihêlat a li bajarokê Sedir kiriye hatiye desteserkirin.

Diyar kir jî, êrîşkerên wê bûyera teroristî dê îro li pêş dadgeh û gel rûbirûyî yasayê bibin.

Roja 19ê vê mehê li bazara bajarokê Sedir li Bexdayê teqîneke xwekujî hate kirin û di encamê de 35 kes hatin kuştin û zêdetir ji 60 kesan jî birîndar bûn.

Piştî teqînê, DAIŞê berpirsatiya xwe di ber wê teqînê de ragihandibû.