Kazimî: Pêwîstiya me bi hêzên şerker ên biyanî nîne
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî radigihîne, êdî pêwîstiya welatê wî bi hêzên şerker ên biyanî nemaye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berî ber bi Washingtonê bi rê bikeve ragihand, êdî pêwîstiya welatê wî bi hêzên şerker ên biyanî nemaye. Herwiha daxwaz ji Amerîka kir jî, hevkariya Iraqê di biçekkirin û rahênankirina hêzên wan de berdewam be.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, “Em ji mana hêzên Amerîkî dixwazin ku piştevaniya hêzên me di warê rahênankirin û hevahengiya ewlehiyê de bike.”
Got jî: “Niha artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê amade ne û karîna wan a berevanîkirinê heye. îro tenê pêwîstiya me bi piştevanî û baştirkirina karînên me heye û ti pêwîstiya me bi hêzên şerker ên biyanî li ser xaka me nîne.”
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: “Çekê Iraqê Amerîkî ye, ji ber wê jî pêwîstiya me bi rahênankirin û biçekkirina berdewam a Amerîka heye. Daxwaz ji Amerîka dikin ku di piştevanîkirin û pêşxistina hêzên me de berdewam be.”
Biryar e sibe Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Koşka Sipî bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive û guftûgoyê derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê bike.