Pispor: Mana hêzên Tirkiyê li Efxanistanê metirsîdar e
Biryar e Tirkiye jî piştî 11ê Îlonê di bin sîwana NATOyê de li Efganistanê hêzên xwe cîbicî bike.
Enqere (K24) – Biryar e Tirkiye jî piştî 11ê Îlonê di bin sîwana NATOyê de li Efganistanê hêzên xwe cîbicî bike. Dîplomatên ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di warê Efganistanê de hişyariyê didin Tirkiyê. Her wiha Talîban jî radigihîne ku ew piştî 11ê Meha Îlonê di nav xaka Efganistanê de hebûna hêzên biyanî qebûl nakin. Beşek ji şarezayên babetê mîsyona Efganistanê xeter dibînin û dibêjin bi vekişîna Amerîkayê Talîban dikare di nav 6 mehan de kintrola Kabûla paytexta Efganistanê bidest bixe.
Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bo cîbicîkirina hêzên Tirkiyê li Efganistanê, hevdîtinên di asta teknîkî de berdewam in. Îro Fermandarê pilebilind yê Amerîkayê Kenneth Mckenzie ragihand ku ew dê heta dawiya meha pêşîn bo artêşa hikûmeta Kabûlê alîkariya asmanî bidomînin. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dawiya hefteya borî li ser egera cîbicîbûna hêzên Tirkiyê li Efganistanê peyamên erênî belav kirin. Li Tirkiyê beşek ji şarezayên babetê dibêjin cîbicîbûyîna li Efganistanê dê bo Tirkiyê sûdmend be.
Şîrovekarê Siyasî Prof. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Daxwaza Tirkiyê ya cîbicîbûna li Efganistanê bêsedem nîne. Pêşî Tirkiye çaverêye bi wî avayî têkiliyên bi dewletên Rojavayî re sererast bike. Li aliyê din jî Tirkiye bo ew mîsyonê dê alîkariya aborî bistîne. Ango bila risk gelek in lê belê dahata ji Efganistanê jî bo Tirkiyê dikare baş be.”
Beşek ji şarezayên babetê jî destnîşan bi hişyariyên Rûsyayê yên li hemberî cibicîbûna hêzên Tirkiyê li Efganistanê dikin.
Şîrovekarê Siyasî Aydin Sezer dibêje: “Rûsya geşedanên li Efganistanê ji nêz ve dişopîne. Çavkaniyên dîplomatîk ji Rûsyayê car caran hişyariyê didin Tirkiyê ku dînamîkên li Efganistanê weke yên li Sûriyê hêsan nînin. Her wiha Nûnerê Pûtîn yê taybet bo Efganistanê Zamîr Kabûlov jî beriya niha bal kişandibû li ser giringiya çareseriya siyasî.”
Nûnerên Talîban û Amerîkayê sala borî li Dohaya Paytexta Qatarê li ser vekişîna hêzên biyanî ji Efganistanê lihevkiribûn. Bi destpêkirina vekişîna hêzên NATOyê li Efganistanê di navbera hêzên Hikûmeta Kabûl û Talîban de şer xurt dibe. Talîban bi Hikûmeta Kabûl re rûniştina li ser maseya çareseriyê qebûl nake.