Kujerê çalakvanê Iraqî bi alîkariya Herêma Kurdistanê hat desteserkirin
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku kujerê çalakvanê Besrayê bi alîkariya saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hat desteserkirin.

Hewlêr (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku kujerê çalakvanê Besrayê bi alîkariya saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hat desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mefrezeyên ajansa îstixbarat û lêkolîna federalî ya Wezareta Navxwe, karîne kujerê Elî Kerîm ku kurê jina çalakvan a iraqî Fatîme Behadlî ye, desteser bikin.
Herwiha hat diyarkirin ku proseya desteserkirinê piştî wê yekê hat ku tîmeke taybet hat raspartin û bi hewldaneke mezin a îstixbaratî heta gihiştin wê yekê ku bi alîkariya saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê karîne kujer desteser bikin.
Roja yekşema borî, çend demjimêr piştî revandina çalakvanê mafên mirovan Elî Kerîm, kurê jina çalakvan Fatîme Behadlî ku ji aliyê hejmarek çekdaran ve li Besrayê hatibû revandin, termê wî li devereke li derveyî Besrayê hatibû dîtin.