Serok Barzanî: Ez bi biryara UNESCO ya li ser Hewramanê kêfxweş im
Serok Mesûd Barzanî bi boneya tomarkirina Hewramanê di lîsteya şûnwarên girîng ên mirovatiyê ya UNESCOyê de peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya tomarkirina Hewramanê di lîsteya şûnwarên girîng ên mirovatiyê ya UNESCOyê de peyamek belav kir û ragihand: “Hewraman navçeyeke girîng a Kurdistanê ye ku her dem roleke ber bi çav di çand û edeb û dîrok û şoreş û siyaset û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de hebûye.”
Serok Barzanî destnîşan kir: “Bêguman ew biryara Unesco jî destkefteke din e ji bo xelkê Kurdistanê û navçeya Hewraman. Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê navçeya Hewraman dikim û ji bo wan hêviya aramî û pêşketinên zêdetir dixwazim.”
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi biryara vê dawiyê ya rêxistina cîhanî perwerdeyî û zanistî û çandî ya ser bi rêxistina Neteweyên Yekgirtî (Unesco) gelek xweşhal im ku têda ew beşa navçeya Hewraman ku ketiye rojhilatê Kurdistanê, xistiye nav lîsta şûnewarê girîng ên mirovayetiyê.
Hewraman navçeyeke girîng a Kurdistanê ye ku her dem roleke ber bi çav di çand û edeb û dîrok û şoreş û siyaset û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de hebûye. Bêguman ew biryara Unesco jî destkefteke din e ji bo xelkê Kurdistanê û navçeya Hewraman. Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê navçeya Hewraman dikim û ji bo wan hêviya aramî û pêşketinên zêdetir dixwazim.
Mesûd Barzanî
28.07.2021