Medyakarê Kurd Huner Mizûrî koça dawiyê kir

Medyakarê Kurd Huner Mizûrî di temenê 37 saliyê de ji ber nexweşiya Koronayê koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyakar û pêşkêşkarê Kurd Huner Mizûrî di temenê 37 saliyê de ji ber nexweşiya Koronayê koça dawiyê kir.

Huner Mizûrî temenê ciwaniyê de dest derbasî nava karê ragihandinê bû û dest bi pêşkêşkirina bernameyên hemareng kir û li çend dezgehên navxweyî û derveyî karê rojnamevaniyê kir.

Huner Mizûrî berî 40 rojî bi Koronayê ket û li nexweşxaneyeke Hewlêrê ya taybet bi Koronayê di bin çavdêriya hûr de bû û îro di temenê 37 saliyê de koça dawiyê kir.

Medyakar Huner Mizûrî zewicî bû û bavê kurekî bû.