Serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li çiyayê Hemrînê hat kuştin

Ev teroristê DAIŞê, berpirsê amadekirina kiryarên xwekujî bû.

Dijeterora Iraqê
Dijeterora Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl kuştina teroristekî DAIŞê yê metirsîdar li zincîreya çiyayê Hemrînê li parêzgeha Diyalayê ragihand.

Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragihand, Di operasyoneke dezgeha Dijeterora Iraqê de, mezinê teroristên DAIŞê Ebû Seid El-Semîn hate kuştin.

Diyar kir, Ebû Seid, Mîrê Herêma “Ebî Zir El-Xefarî” ya DAIŞê ya li nêzîkî gola Hemrînê li sînorê parêzgeha Diyalayê bû.

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê da zanîn jî, ev terorist, yek ji serkirdeyên DAIŞê yên bi bandor bû di amadekirina kiryarên xwekujî de.

Fly Erbil Advertisment