Bexdayê 3 hewlên êrîşên li ser firokxaneyê pûç kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî leşkerî yê Iraqê ragihand, şeva borî 3 hewlên êrîşa bi mûşekan li ser Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê hatin pûçkirin. Aşkere kir jî, wan dest danî ser 18 mûşekan.
Fermandarê Fermandariya Operasyonên Bexdayê Ferîq Rukin Ehmed Selîm ragihand, Fermandariya Operasyonên Bexdayê hin rêkar girtine, ji bo Herêma Kesek a Bexdayê, şandeyên dîplomasî û Firokxaneya Bexdayê neyin armanckirin.
Diyar kir jî, ji encama wan rêkaran, 3 hewlên êrîşa li ser firokxaneyê li herêmeke nêzîkî firokxaneyê hatin pûçkirin û hêzên ewlehiyê karîn dest deynin ser 10 mûşekan.
Ferîq Rukin Ehmed Selîm desnîşan kir jî, berî çend rojan 80 mûşekên ji cureya Katyusha hatin desteserkirin ku hatibûn danînin ji bo Firokxaneya Bexdayê armanc bikin.