Li Serhedê gelek xanî û pez di bin lehiyê de man
Li navçeyên Elbak, Qerqelî û Çalderanê yên Wanê ziyan gihişt 32 xaniyan û 900 pezên gundiyan mirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çend roj in herêma Serhedê bi lehiyan re têdikoşe. li navçeyên Elbak, Qerqelî û Çalderanê yên Wanê ziyan gihişt 32 xaniyan û 900 pezên gundiyan mirin. Rêya sereke yan Wan û Colemêrgê ji ber lehiyê herifî û bo hatûçûnê hat daxistin.
Baranên çileya germa havînê, li gundewarên Wanê karesat dirust kirin. Ziyanên mezin li 21 gundên navçeyên Elbakê, Çalderanê û Qerqeliyê ketin. Cîgirê Wezîrê Navxwe dibêje, ziyanên mezin li gundê Xaşkanê yê Elbakê hene.
Cîgirê Wezîrê Navxweyê Tirkiyê Muhterem Înce di vê derbarê de got: “Li gundewarê Elbakê lehî rabûn. Li gundê Xaşkanê 9 mal hilweşiyan, bi giştî 32 xaniyan ziyanên mezin dîtine. 900 pez ji ber lehiyê mirine. Lehiyan li gelek deveran rê xera kirin. Xebatên çêkirinê didomin. Taybet derdora dola di nav gundê Xaşkanê re derbas dibe, tê çêkirin.”
Baranên ser hev yên çend rojên borî, jiyana welatiyan xist metirsiyê. Rêya sereke ya navbera Colemêrg û Wanê ji ber lehiyê xera bû hat daxistin. Welatî bi metirsiyan mezin re rûbirû man.
Digel Xaşkanê, li navçeya Qergelî pezên gundiyan ketin ber lehiyê û dehan ajel mirin. Welatî dibêjin, lehiyên demsalên bihar û havînê ewqas ziyan negihandine wan û metirsî dirust nekirine.