Li Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberan di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest dan
Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên Kurd di rûdana trafîkê de canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên Kurd di rûdana trafîkê de canê xwe ji dest dan.
Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye; îro danê sibê dema komek kolber bi otomobîlê ji kolberiyê vedigeriyan, li nêzîkî gundê Kerîmava yê bajarokê Bane li pîkabekî qelibîn.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 3 kolberan jiyana xwe ji dest dan û 7 kolber jî birîndar bûn.
Tê gotin ku rewşa hinek ji kolberên birîndar baş nîne loma tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe.
Kolberên ku mirine, ev in: Cemal Şerîfî, Mehdî Mazwanbend û Mizefer Penahî.