14 bircên veguhastina elektirîkê li Iraqê hatine teqandin

14 bircên veguhastina elektirîkê li parêzgeha Selahedîn ji aliyê grûpên terorîst ve hatine teqandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Elektirîkê ya Iraqê ragihand, 14 bircên veguhastina elektirîkê li parêzgeha Selahedîn ji aliyê grûpên terorîst ve hatine teqandin.

Berdevkê Wezareta Elektirîkê ya Iraqê Ehmed Mûsa ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand, Şeva borî û îro danê sibê 14 bircên veguhastina elektirîkê li parêzgeha Selahedîn ji aliyê grûpên terorîst ve hatine teqandin.

Ehmed Mûsa ew êrîşî, bi êrîşeke têkderane bi nav kir û giyar kir ku ji encama teqandina wan bircan, elektirîk li ser tevahiya wê parêzgehê hat birîn.

Pêştir jî, li çend navçeyên Iraqê yên cuda bircên veguhastina elektirîka niştimanî ji aliyê teroristan ve hatin teqandin ku di vê werzê Havîn û germê de, rewşa welatiyan aloztir kir.