Tehran: Em ê bersiva êrîşên Îsraîlê bidin
Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade bersiv da gefên Îsraîlê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade bersiv da gefên Îsraîlê.
Seîd Xetîbzade ragihand; Eger Îsraîl her pêngaveke nefêmkirî biavêje, Komara Îslamî ya Îranê dê bersiveke tund bide.
Xetîbzade diyar kir; Îsraîl binpêkirina yasayên navdewletî û gefên li dijî Komara Îsraîlê didomîne.
Herwiha dibêje ku ev reftarên dirindane ji ber wê yekê ye ku welatên rojava piştevaniyeke korane dikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê destnîşan dike ku welatê wî amade ye bersiva her pêngaveke nefêmkirî ya Îsraîlê bide.
Beriya niha Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê ragihandibû ku amadehiya Îsraîlê heye êrîşên serbazî bi ser Îranê de bike.