10 mûşek arasteyî Îsraîlê hatin avêtin

Hîzbullaha Lubnanê berpirsyariya xwe li ser wan êrîşan ragihand.

Hewlêr (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand; 10 mûşek arasteyî girên Golanê hatine kirin û Hîzbullaha Lubnanê berpirsyariya xwe li ser wan êrîşan ragihand.

Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê wan deverên ku mûşek ji wir hatine avêtin, bombebaran dike. Herwiha firokeyên şer ên Îsraîlê ji gelek nêz ve li ser çiyayê Lubnanê difirin.

Li ser vê mijarê ajansa fermî ya Lubnanê eşkere kiriye ku mûşek ji devera Erqûb a başûr ve hatine avêtin.

Serokwezîrê Îsraîlê dest bi civîneke bilez kir, ku Wezîrê Berevanî û Serokerkan di civînê de beşdar bûn. Herwiha dest bi lêkolîn û pêwendiya bi wan deverên bombekirî kiriye.

Li deverên sînorî yên navbera Îsraîl û Lubnanê şer û pevçûn derketiye, firokeyên şer ên Îsraîlê çavdêriya deverê dikin.

Fly Erbil Advertisment