Stêrkên Barcelona bi peyamên xemgîn Messi oxir dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ragihandin çûna Lionel Messi ji Barcelona, stêrkên Barcelona bi peyamên xemgîn li ser Instagramê Messî oxir kirin.
Tîma Barcelona roja Pêncşema borî ragihand, ji ber pirsgirêkên aborî û mercên yasaya mûçeyên Ligeya Ispanyayê ku rê li ber nûkirina girêbesta Messi bi Barcelona girt, dê Messi nikare bi Barcelona berdewam bike.
Piştî ragihandina vê nûçeyê, yarîzanên Barcelona peyamên xemgîn belav kirin. Antoine Griezmann wêneyeke xwe ligel Messi li Instagram belav kir û nivîsî: “… Spas ji te re! Spas ji her tiştê te ji Barcelona (bajar û tîm) re kiriye! Te hemû tişt guhart! Ez nabêjim bi xatirê te, belkû em ê rastî hevdu werin û careke din riya te dê bi tîma Barcelona bike. Tu ji min re bi her tiştî nimûne bû, serkfeftin ji te û malbata te re, eger hûn kû ve çûn.”
Gerard Pique jî nivîsî: “Her tişt li Camp Nou, li bajarê Barcelona û li me were guhartin. Piştî 20 salan di tîm de, êdî tu gumlekê Barcelona li xwe nakî. Hin caran rastî hişk e… Di werzê min ê yekem piştî hatim Barcelona, me sê nasnav bi dest anîn û tu bi yekcarî bûyî baştirîn yarîzan. Tu niha diçî, lê dizanim tu yê rojekê werî. Hin kar hene em ê bi hev re bikin.. Tu bi kû ve çû, berdewam be bi serkeftinê, ji ber ku tu tenê dizanî tu çawa wiha dikî, em ê bîra te bikin, ji te hez dikim Leo.”
Sergi Roberto jî wêneyeke xwe bi Messi re belav kir û nivîsî: “Dema biçûk bûm, xewa min ew bû, bi Barcelona re bilîzim. Piştî wê jî li kêlek baştirîn yarîzanê dîroka topapê xewna min bi cih hat… Spar ji hemû şahiya ku te ji me re pêşkêş kiriye… em ji te hez dikin, em ê bîra te bikin.”
Marc-Andre ter Stegen jî wêneyeke xwe bi Messi re belav kir û nivîsî: “Leo, pir bextewer bûm ku evqas li kêlek te lîstim û me şahiyên girîng dîtin dema me nasnav bi dest dixistin… Spas, te dîrokek bi tîma tu jê hez dikî re çêkir û tu yê her dem wek efsaneya topapê bimînî, tu yarîzanê din nikare ji te nêzîk bibe, te topapê guhart. Serkeftinê ji te û malbata te re dixwazim.”
Jordi Alba jî wêneyeke xwe bi Messi re belav kir û nivîsî: “Çi bextewerî ye ku min 9 werzan bi te re lîstim… Tu ne tenê gewretirîn yarîzanê dîrokê yî, belkû tu mirovekî awarte yî, ji dil ve spas ji her tiştê te ji tîma me re pêşkêş kiriye, spas ji bo hevaltiya te û piştevaniya te. Rojên me ku me bi hev re parvekirine, dê her tim di bîra me de bin. Serkeftinê ji te û malbata te re dixwazim.. ji te hez dikim bira.”