Hunermenda Misrî Delal Ebdilezîz bi Koronayê canê xwe ji dest da

Semîr Xanim û Delal Ebdulezîz
Semîr Xanim û Delal Ebdulezîz

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Misrî Delal Ebdilezîz ji ber pêketina bi vîrûsa Koronayê, îro di temenê 61 saliyê de li nexweşxaneyeke Qahîreyê koça dawiyê kir.

Medya karê Misrî Ramî Ridwan ku zaveyê Aktera Misrî Delal Ebdilezîz e îro ragihand, Delal Ebdulezîz îro bi Koronayê canê xwe ji dest da.

Delal Ebdilezîz berî zêdetir ji 3 mehan di dawiya meha Nîsanê de ji ber pêketina bi vîrûsa Koronayê bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.

Hevjînê Delal Ebdilezîz, akterê komîdyaya Misrê Semîr Xanim jî di meha Gulana borî de ji ber pêketina bi Koronayê di tememê 84 saliya xwe de koça dawiyê kiribû.