Brazîl medelyaya Zêrî ya topapê ya Olîmpiyada Tokyo bi dest xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Brazîlê ya topapê li ser hesabê hilbijardeya Îspanyayê nasnavê Olîmpiyada Tokyoyê bi dest xist.

Hilbijardeya Olompî ya Brazîlê ya topêpa berî bîstekê di fînala Olîmpiyada Tokyoyê de bi encama 2-1 bi ser hilbijardeya Îspanyayê ket û nasnavê Olîmpiyadê hilgirt.

Destpêkê yarîzanê Brazîlê Matheus Cunha gola yekem di dawiya nîvê  yekem de tomar kir, piştre yarîzê Ispanî Mikel Oyarzabal di xuleka 61 de gola wekheviyê tomar kir.

Piştî ku dema orjînal a yariyê bi encama wek hev dawî bû, her hilbijardeya du demên zêde lîstin, vêca yarîzanê Brazîlî Malcom de Oliveira gola serkeftinê ya Brazîlê di xuleka 107 de tomar kir.

Ev cara duyem a li ser hev e Brazîl medelyaya Zêrîn a Olîmpiyadê bi dest dixe, pêştir sala 2016an li Olîmpiyada Rio de Janeiro li Brazîlê jî bi dest xistibû.

Medelyaya Bronzî jî ji bo Hilbijardeya Maksîkê çû, piştî ku duhî bi encama 3 – 1 bi ser hilbijardeya Japonyayê ketibû.