Messi bi hêstiran xatir xwast

Navenda Nûçeyan (K24) – Yarîzanê Argentînî Lionel Messi îro di konferanseke rojnamevanî de biryar çûna xwe ji tîma Barcelonayê ragihand.

Messi di konferansa rojnamevanî de nekarî xwe bigirta û hêstir narandin û got: Min dixwast bi Barcelona re bimînin, lê ev yek pêk nehat.

Girîngtirîn daxuyaniyên Messi:

Messi: Gelekî zehmet e piştî evqas salên min li vir derbas kirine, xatir bixwazim.

Messi: Barcelona dê her tim wek mala min bimîne. Gelek bîranînên min ên baş û ên ne baş jî hene.

Messi: Îro roja xatirxwastinê.. ez û kurên xwe em ê rojekê vegerin.

Messi: Heta niha gelek tîman pêwendî bi min re kirine, lê min hîn ti biryar nedaye ez ê bi kê re îmze bikim.

Messi: Min her dem hewl da cemawerê Barcelona şad bikim.

Messi: Riya min bi Barcelona re bi dawî hat, ev rewşa topapê ye, tenê bîranîn dimînin.

Messi: Hêvî dikim rojekê vegerim û bibim beşek ji tîma Barcelona.

Messi: Barcelona tîmeke mezin e û hemû hokarên serkeftinê li cem wê hene.

Messi: Min ji sedî 50 ji nirxê girêbesta xwe kêm kir û min her tişt kir ji bo ez bimînin, lê rewş wek tê xwastin nebû.