Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm koça dawiyê kir
Serokê Federasyona Kurdan li Soyveta berê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm li bajarê Almata yê Kazaxistanê koça dawî kir.
Hewlêr (K24) – Serokê Federasyona Kurdan li Soyveta berê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm di temenê 74 saliyê de li nexweşxaneya bajarê Almata yê Kazaxistanê koça dawî kir.
Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm 1ê Gulana 1947an li Ermenîstanê ji dayik bûbû. Piştre jî malbata wî li bajarê Almata yê Kazaxistanê bi cih bûbû.
Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm di jiyana xwe de roleke mezin di geşepêdana nasnameya neteweyî ya gelê Kurd li welatên Sovyeta berê de lîstiye. Hevdem jî çendîn postên îdarî û zanistî wergirtibû û bi berdewamî li ser zimannasî û çanda Kurdî lêkolin dikir.