Li Zanîngeha Dîcleyê rê li ber nivîsandina tezên bi Kurdî hat vekirin

Sala borî bi hinceta nebûna destûra Desteya Bilind a Perwerdeyê di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de nivîsandina tezên bi Kurdî qedexe kiribû

Navenda Nûçeyan (K24) - Zanîngeha Dîcleyê ya li Diyarbekirê ku sala borî, bi hinceta nebûna destûra Desteya Bilind a Perwerdeyê di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de nivîsandina tezên bi Kurdî qedexe kiribû, biryara xwe guherand.

Zanîngeha Dîcleyê bi rêziknameyekê ragihandiye ku dê îsal xwendekarên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî bikaribin tezên xwe bi zaravayên kurmancî û zazakî yên Kurdî binivîsin.

Di rêziknameya nû ya îsal de, destûr hatiye dayîn ku xwendekar dikarin bi ziman û zaravayên din tezên xwe binivîsin.

Zanîngeha Dîcleyê sala 2020an ji bilî Tirkî bi zimanekî din nivîsandina tezan li xwendekaran qedexe kiribû û bi taybet ji bo beşa Kurdî di raya giştî ya Kurd de bertek hatibûn nîşandan.

Fly Erbil Advertisment