Serokê Şaredariya Kerbela hat kuştin

Serokê Şaredariya bajarê Kerbela yê Iraqê di êrişeka çekdarî de hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya bajarê Kerbela yê Iraqê di êrişeka çekdarî de hat kuştin.

Li gorî medyaya Iraqê, Serokê Şaredariya Kerbela Ebîr Selîm Xefacî, îro dema mijûlî rakirina zêdegaviyekê li nav bajêr bû, rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, qasekî beriya niha Serokê Şaredariya Kerbela Ebîr Selîm Xefacî li nexweşxanê canê xwe ji dest daye.