Chelsea bo cara duyem Kopaya Supera Ewropayê bi dest xist

Chelsea
Chelsea

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Chelsea ya Îngilîzî  bi ser tîma Villarreal a Ispanî ket û Kopaya Supera Ewropayê bi dest xist.

Şeva borî Tîma Chelsea ya Îngilîzî û tîma Villarreal a Ispanî li ser li Kopaya Supera Ewropayê li stadiuma Windsor Park li bajarê Belfast ê Îrelandeya Bakur rûbirûyî hev bûn.

Destpêkê yarîzê Mexribî Hakim Ziyech golek ji Chelsea re di xuleka 27 de tomar kir, piştre jî yarîzên Villarreal Gerard Moreno di xuleka 73 de wek hev kir.

Piştî yeksanbûnê, her du tîm derbasî 2 demên din bûn û piştre jî çûn lêdana Penaltyê û Chelsea bi encama 6 - 6 bi ser ket

Ev cara duyem e Chelsea Kopaya Supera Ewropayê bi dest dixe, cara yekem sala 1998an bû ku wê carê jî li ser hesabê tîmeke Îspanî, tîma Real Madrid bû.