Amerîka balyozxaneya xwe ya li Kabulê vala dike
Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) 3 hezar serbazên Amerîkî bi awayekî bilez li Kabulê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) 3 hezar serbazên Amerîkî bi awayekî bilez li Kabulê belav kir ji bo parastina karmendên balyozxaneya xwe ya li paytexta Efxanistanê.
Wezaretê ragihand; ev liv û tevgera Pentagonê ji bo valakirina balyozxaneya welatê xwe ya li Kabulê ye. Ev yek di demekê de ye ku bajarê Kabulê dibe ku bikeve destê çekdarên Tevgera Talîbanê.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê John Kirby ragihand; çendîn serbazên piyade hatine belavkirin, ku heta niha ji bo parastina artêşa Amerîkayê ya li Efxanistanê mane.
Herwiha eşkere kir ku di nava 48 demjimêran de dê serbazan veguhezînin Balafirgeha Hamîd Karazay a Navdewletî.
John Kirby ragihand ku Pentagon balafirgeha Kabulê ji bo êrîşa esmanî ya li dijî çekdarên Talîbanê bi kar nayne.
Kirby eşkere kir ku ew hêz dê piştevaniya bejahî û esmanî bike heta balyozxane were valakirin û karmendan veguhezînin derveyî Efxanistanê.
Beriya niha jî Amerîka ji welatên xwe daxwaz kiribû ku demildest ji Efxanistanê derkevin.