Liverpool bi ser ket, Selah di 3 golan de beşdar bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Di Lîga Premierê de, Liverpoolê bi encama 3-0 bi ser Norwich ket; Mihemed Selah jî du asîst û golek tomar kir.
Şeva borî li stadiuma Carrow Road a li bajarê Norwich, tîma Norwich mêvandariya Liverpoolê di yekem yariya Lîga Premierê de kir û Liverpoolê bi encama 3-0 bi ser ket.
Selah di xuleka Selah 26 asîstek da Diogo Jota û di xuleka 65 de jî asîsteke din da Roberto Firmino û bi xwe jî di xuleka 74 de goleke tomar kir.
Bi vî awayî, Mihemed Selah dibe take yarîzan ku 5 salan li ser hev golekê di yariya destpêkê ya Lîga Premierê de tomar dike.