Bêyî Messi, PSG bi 4 golan mêvana xwe Strasbourgê têk bir
Navenda Nûçeyan (K24) – Di Lîga 1 a Fransî de û bi şopandina Messi, Parîs Saint-Germain bi encama 4 -2 bvi ser mêvana xwe Strasbourgê ket.
Şeva borî li stadiuma Parc des Princes a li bajarê Parîsê, tîma PSG mêvandariya Strasbourgê di deyem lîstika Lîga a de kir û bi encama 4 - 2 bi ser ket.
Golên PSG di xulekên 3, 25, 27 û 86 bi riya Mauro Icardi, Kylian Mbappe, Julian Draxler û Pablo Sarabia hatin tomarkirin.
Golên Strasbourgê jî di xulekên 53 û 64 de bi riya Kevin Gameiro û Ludovic Ajorque hatin tomarkirin.
Ev serkeftina duyem a PSG li ser hev e di Lîga 1 de û puanên xwe kirin 6, di heman demê de Strasbourgê ji xalan bêpar dimîne.
Berî destpêkirina lîstikê jî, PSG her 5 lîstikvanên xwe yên nû, Achraf Hakimi, Sergio Ramos, Gianluigi Donnarumma, Georginio Wijnaldum û Messi bi cemawerê xwe da naskirin.
Wekî ku dihate çaverêkirin, Messi ji bo pêşbirkê tevlî tîmê nebû, piştî ku rahêner Mauricio Pochettino got ku lîstikvanê wî yê 34 salî bi tevahî ne amade ye, ji ber wê Messi bi hevalê xwe Neymar li pêpilkên stadiumê lîstik şopand.