Piştî 7 salan ji êrîşa DAIŞê, hîn 525 kesên gundê Koco winda ne
Heft sal di ser jenosayidkirina gundê Koco ve derbas dibin, 17 gorên bikomî jî lê hatin dîtin.
Şingal (K24) – Heft sal di ser dagîrkirin û jenosaydkirina gundê Koco ji aliyê çekdarên DAIŞê ve derbas dibin. Gelek xelk vî gundê Şingalê hatin şehîdkirin û windakirin, beşeke mezin ji keç û jinên wî gundî ketin destê teroristên DAIŞê. Piştî rizgarkirina wî gundî jî, 17 gorên bikomî hatin dîtin.
Berî jenosaydkirina gundê Koco, xelkê wî bi gundî hemû boneyên xwe yên civakî û olî bi coş û xweşî dikirin, lê ji 15/8/2014an ve û di şeveke tarî de, çekdarên DAIŞê êrîşî ser Koco kirin, gund wêran kir û gundî jî kuştin û revandin.
Keça Emê, yek ji rizgarbûyên destê DAIŞê ye, ew ji nava 1250 kesan, ligel 19 kesên din ji destê DAIŞê rizgar bû û heta niha 31 kes ji malbata keçê winda ne.
Keçê ji K24ê re got: “Piştî DAIŞê di 3ê Tebaxê de êrîşî Şingalê kir, gundê Koco heta roja 15ê Tebaxê dorpêçkirî ma. Me xort û ciwanan karî xwe xilas bikira, lê me hesabê dapîr û kalemêrên xwe kir, wan nedikarîn xwe xilas bikin, ji ber wê em ji gund derneketin û DAIŞê êrîş kir û dagîr kir.”
Heft sal in dayikên gundê Koco ji ber dûriya kesûkarên xwe dinalin, birînek li dilê wan e û bê derman e. Jineke gund jî çîroka revandina xwe ji aliyê DAIŞê ve bi bîr tîne û dibêje: “DAIŞê hemû kesûkarên me li ber çavên me kuştin û em revandin û birin Sûriyê û em ji hev dûr xistin.”
Gundê Koco dikeve qubleta çiyayê Şingalê, berî hatina DAIŞê 1700 kes lê dijiyan. Piştî 12 rojan ji dorpêçê, DAIŞê roja 15ê Tebaxê êrîşî ser gund kir û xelkê gund jenosayid kir. Piştî rizgarkirina gund jî, 17 gorên bikomî hatin dîtin ku termê 400 kesî tê de bûn. Heta niha jî 525 kesên din jî winda ne.