7 çekdarên DAIŞê li Neynewa hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Hewalgîriya Iraqê îro ragihand, 7 teroristên metirsîdar ên DAIŞê li parêzgeha Neynewayê hatin desteserkirin.
Ajansa Hewalgîriya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di operasyoneke ewlekariyê ya berfireh de, 7 teroristên metirsîdar ên DAIŞê li parêzgeha Neynewayê hatin desteserkirin.
Diyar kir jî, li gor madeya (4) a rûbirûbûna terorê ew 7 teroristên hatine desteserkirin, û zanyarî li ser wan hene ku ew serkirdeyên DAIŞê yên metirsîdar in.
Destnîşan kir jî, wan terorist li tawanên xwe mikur hatine û navên wan Ebû Eses, Ebû Sifyan, Ebû Zêne, Ebû Seyf, Ebû Fehed û Ebû Mucahid in.
