Efsaneya topapê ya Almanî Gerd Muller koça dawiyê kir
Gerd Muller beriya serdema Ronaldo û Messi herî zêde rekor girtibû
Navenda Nûçeyan (K24) – Efsaneyê Bayern Munich û hilbijardeya neteweyî ya Almanya Gerd Muller, îro 15ê Tebaxê di 75 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Gerd Muller wek gewretirîn golkarê di dîroka topapê de tê binavkirin.
Tîma Bayern Munich li pêgeha xwe ya fermî belav kir, Gerd Muller, îro 15ê Tebaxê di 75 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Diyar kir jî, Gerd Muller bi Bayern Munich û hilbijardeya Almanyayê re 566 gol di 607 lîstikên fermî de tomar kirine û heta niha rekora lîga Almanyayê bi 365 golan bi navê wî ye û 7 caran jî golkarê lîgayê bû. Herwiha 68 gol jî di 62 lîstikan de bi hilbijardeya Almanyayê re tomar kirine.
Destnîşan kir: “Muller havîna sala 1964an tevlî Bayern bû, û Kupaya Intercontinental , 3 kupayên Lîga Champion League û Kupaya Serketiyên Kupaya Ewropayê carekê bi dest xist."
Da zanîn: "Muller 4 caran qehremanê lîga Almanya û 4 caran jî qehremanê Kupaya Almanyayê bû. Herwiha qehremaniya neteweyî ya Ewropî sala 1972 û mondiala 1974an jî bi dest xistibû.