Barcelona bêyî Messî dest bi La Lîga kir û yekem serkeftin tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona bêyî Messî, serkeftineke mezin di yekem lîstika xwe ya di La Liga ya Ispanyayê de tomar kir.

Tîma Barcelana şeva borî di yekem lîstika xwe ya La Lîga de li stadiuma Camp Nou mêvandariya Real Sociedad kir û bi encama 4 – 2 bi ser ket.

Cemawerê Barcelona li Camp Nou wek rêzgirtinekê li efsaneya topapê Messî, di xuleka 10em (numreya komlekê wî) de navê wî bang kirin û dubare kirin û komlekê wî jî hildan.

Golên Barcelona ji aliyê Gerard Pique di xuleka 19 de, Martin Braithwaite "du gol" di xuleka (45 + 2 û 59) de û Serge Roberto ( 90 + 1) hatin tomarkirin.

Li aliyê din, golên mêvanan bi riya Julen Lopete û Mikel Oyarzabal di xulekên 82yan û 85emîn de hatin tomarkirin.

Bi serkeftinê, Barcelona 3 puwanên xwe ber bi bidestxistina nasnavê La Lîgayê ve bi dest xistin.