Plasschaert: Pêwîst e Hewlêr û Bexda rêkeftina Şingalê cibicî bikin

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê: Em kar dikin ji bo hilbijartinên Iraqê di dema xwe de bêne kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê ragihand, hilbijartin ji bo guhertina rewşa siyasî girîng e û pêwîst e Iraq vê qonaxa aloz derbas bike. Derberê Herêma Kurdistanê de jî got: “Ji bo Herêma Kurdistanê bihêz be, divê ew yekgirtî be û hemû alî bi hev re kar bikin.”

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert di çarçova beşdariya di bulteneke nûçeyan a K24ê de, derbarê hilbijartinên Iraqê de ragihand, Netewên Yekgirtî li ser wê bingehê kar dike ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bêne kirin û divê Iraq vê qonaxa aloz derbas bike.

Plasschaert got jî: “Yek ji astengiyên mezin ên hilbijartinên Iraqê ew e, baweriya xelkê bi sazî û dezgehên hikûmet û dewletê kêm e, lê belê hilbijartin ji bo guhertina rewşa siyasî girîng e.”

Derbarê rewşa ewlehî û terorkirina çalakvanan de Plasschaert got: “Divê bilez ev kiryarên teroristî li Iraqê werin rawestandin. Lêpirsîn û serweriya yasayê di vê rewşê de gelekî girîng e, ji bo rê li ber van êrîşan bigire. Divê desthilat jî rastiyan ji xelkê re aşkere bike.”

Derbarê hebûna PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê got: “Pêwîst e hikûmeta Iraqê desthilata xwe bihêz bike û PKK û hemû hêzên deryasayî yên li nava Iraqê çalakiyên leşkerî dikin, dûr bixe. Divê rewşa ewlehiyê ji aliyê desthilatên fermî yên Iraqê ve were parastin. Ev pirsgirêk bi bijardeya leşkerî çareser nabe, divê bi guftûgoyê were çareserkirin, ji bo vê jî divê guftûgo di navbera Hewlêr, Bexda û Tirkiyê de hebe.”

Derbarê cibicîkirina rêkeftina Şingalê de jî, Plasschaert got: “Niyaza Hewlêr û Bexdayê ji bo cibicîkirina rêkeftinê gelekî girîng e. Rast e rewş aloz e û gelek astengî hene, lê divê Hewlêr û Bexda pêdagiriyê li ser cibicîkirina wê bikin. Xelkê wê navçeyê baca vê rewşê dide. Divê ev qeyran bi awayekî siyasî bê çareserkirin. Desthilata Netewên Yekgirtî ya cibicîkirinê li Iraqê nîne ta ku vê rêkeftinê cibicî bike, lê belê dikare fişarê li aliyan bike û hevkariyê bike.”

Plasschaert li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de got: “Niha pêwendiyeke bihêz di navbera her du aliyan de heye, ev pêwendî di berjewendiya hemû xelkê Iraqê de ye. Me bi her du aliyan re guftûgo kirin û me ji wan re got, divê hûn li ser mîkanîzmekê li hev bikin, ji bo ne tenê li ser pirsa budceyê, lê belê hemû pirsgirêkên din ên mayî bi yekcarî çareser bikin. Dizanim birêz Mesrûr Barzanî hewl dide bi Bexdayê re bigihe rêkeftinê, herwiha birêz Mistefa Kazimî jî piştevaniya guftûgoyan dike û dixwaze pirsgirêk çareser bibin. Hevdîtina min bi her du aliyan re hebû û em dixwazin di demeke nêzîk de hemû pirsgirêkan çareser bikin.”

Derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de got: “Min berê jî ev anî ziman, her civakek eger ne azad be û azadiya mirovan lê nebe, gelekî metirsîdar e, lewma gelek caran xelk bûne qurbanî. Ez dibêjim ku divê li Herêma Kurdistanê wan destkeftên xwe biparêze û divê yekgirtî be, ji bo bimîne û bihêz be. Pêwîst e hemû alî bi hev re kar bikin, berjewendiya xelkê Kurdistanê wiha dixwaze ku bi yek tîm kar bikin.”

Fly Erbil Advertisment