Hikûmeta Herêmê 14 projeyan li qezaya Çomanê cibicî dike

Îro kevirê binyatê yê projeyekê hat danîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê 14 projeyên xizmetguzariyê li qezaya Çomanê cibicî dike û îro kevirê binyatê yê projeyekê ji wan danî.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi mebesta danîna kevirê binyatê yê projeyekê, serdana Çomanê kir û di konferanseke rojnamevanî de ragihand, 14 projeyên xizmetguzariyê yên li qezaya Çomanê tên cibicîkirin.

Omêd Xoşnaw got jî: “Hêvîdar in di çarçoveya plan û bernameyên kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştevaniya rasterast a Serokwezîrê Herêmê, xizmeta zêdetir ji parêzgeha me re bikin.

Di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de li ser projeya riya Hacî Omeran – Çoman, Parêzgarê Hewlêrê got: “Nûjenkirina riya Hacî Omeran – Çomanê di nava projeyên stratejîk ên hikûmetê de ye, bi bilindbûna dahata hikûmetê re, nûjenkirinê wê riyê, yek ji pêngavên sereke dibe.”

 

Fly Erbil Advertisment