Balyozê Amerîka: pêşketineke baş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de çêbûye
Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller radigihîne, pêşketineke baş di hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqî de dirust bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller radigihîne, pêşketineke baş di hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqî de dirust bûye.
Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, pêşketineke berçav di hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de dirust bûye.
Tueller diyar kir jî, hêzên Amerîka li ser daxwaza Iraqê, li wî welatî dimînin, lê hin grûp astengiyan li Iraqê dirust dikin û kar li dijî wan Iraqiyên ku dixwazin welatê xwe ava bikin, dikin.
Balyozê Amerîka li Iraqê destnîşan kir, hîn karîna DAIŞê heye ku sûdê ji rewşa ewlekariya Îraqê ya lawaz bibîne.
Li ser hilbijartinên bê yên Iraqê got: “Joe Biden piştevaniyê li hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dike. Di berjewendiya hemû aliyan de ye ku xwe ji sextekariya hilbijartinan dûr bixin.”
Tueller got jî: “Divê Îran rêzê li serweriya Iraqê bigire. Iraq û Efxanistanê bi hev re nayin hevrûkirin, erkê hêzên Amerîkî li Iraqê cuda ye.”