Li Zaxo 2 geştiyar di teqîna TNT de hatin kuştin
Di encama teqîna TNT li deverên geştiyariyê yên nahiya Batîfa li qezaya Zaxo de, 2 geştiyarên Ereb hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna TNT li deverên geştiyariyê yên nahiya Batîfa li qezaya Zaxo de, 2 geştiyarên Ereb hatin kuştin. Li gor zanyariyan TNT ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye danîn.
Peyamnêrê K24ê li Zaxo da zanîn, piştî windabûna 2 geştiyarên ji bajarê Mûsilê, îro termê wan di nava otomobîla wan de hatin dîtin ku di encama teqîna TNT de hatibûn kuştin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, ew her geştiyar roja Înê bi mebesta geştîkirinê çûnê deverên geştiyariyê yên gundê Bankê yê ser bi Batîfa ve, wê demê jî topbarana Tirkiyê li ser baregehên PKKê li wê deverê hebû û topek li otomobîlan wan ketiye, ji ber metirsiya topbaranê jî ti kesek bi cihê wê bûyerê ve neçûbû û nûçeya kuştina wan geştiyaran nehatibû zanîn.
Gor jî: Piştî du rojan ji windabûna wan her du geştiyaran, malbat û merivên wan çûn li sînorê Batîfa li wan geriyan û termê wan li nêzîkî gundê Bankê di nava otomobîlê de dîtin.
Di wê derbarê de Rêveberê Nahiya Batîfa Ferhad Mehmûd ji K24ê re ragihand, “Muxtarê gundê Bankê em agahdar kirin ku 2 roj in li nêzîk gund topek li otomobîlekê ketiye û ji rê derketiye, me jî hêzên asayiş û polîs bi wê yekê agahdar kirine û hatine cihê bûyerê.”
Got jî: “Ji bo lêkolîna li ser wan her du terman û sedema kuştina wan, termên wan dê ji bo Bijîşka Dadî werin şandin.”
Ji ber hebûna PKKê, Tirkiye bi berdewamî wê deverê topbaran û bombebaran dike. Çekdarên PKKê jî TNT li ser rêyan datîne.