Juventus likumî û VAR jî Ronaldo ji golekê bêpar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Golparêzê Juventusê Wojciech Chesney li hember mêvandara xwe Udinese du şaştiyên mezin kirin, VAR jî Ronaldo ji golekê bêpar kir.
Di gera destpêkê ya Lîgeya Îtalyayê (Serie A) de, tîma Udinese mêvandariya Juventusê kir û yariya wan bi encama 2 – 2 wekhev bi dawî bû.
Juventusê di nîvê yekem di xulekên 3 û 23 de bi 2 golan bi riya Paulo Dybala û Juan Cuadrado bi pêş ket. Di nîvê duyem de jî, yarîzanên Udinese Roberto Pereyra û Gerard Deulofeu du gol di xulekên 51 û 83 de tomar kirin.
Piştre jî navbênkarê yariyê golek ji stêrka Portugalî Cristiano Ronaldo di dema kujer de ji ber offsaydê betal kir, piştî vegera teknolojiya vîdyoyê "VAR".