Zemalêk nasnavê Lîgaya Nayab a Misrê bi dest xist
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Zemalêk piştî 5 salan ji serdestiya Al-Ahly, careke din karî nasnavê Lîgaya Nayab a Misrê bi dest bixe.
Tîma Zemalêk di gera 33emîn a Lîgaya Nayab a Misrê mêvandariya El-Entaj Al-Harby kir û bi encama (2 - 0) bi ser ket.
Golên Zemalêk di xulekên (6 û 88) de bi riya Ehmed Seyid Zîzo û Eşref Bin Şerqî hatin tomarkirin.
Bi vê serkeftinê, Zemalêk puanên xwe kirin 79, li hemberê jî tîma Al-Ahly bi mêvana xwe Elcon re bi encama (3 - 3) wekhev bû û puanên wê bûn 73.
Bi vê serkeftinê, Zemalêk karî berî gera dawiyê ya Lîgayê, nasnavê Lîgeya Nayab a Misrê piştî 5 salan ji serdestiya Al-Ahly werbigire.
Ev cara 13emîn e di dîroka xwe de Zemalêk nasnavê Lîgeya Nayab a Misrê bi dest dixe.
Lîgaya Nayab a Misrê yek ji kevintirîn pêşbirkên topapê li Rojhilata Navîn û Afrîkayê ye, di sala 1948an de hate dest pê kir û 18 tîm tê de beşdar dibin. Qehremana wê jî beşdarî Lîgaya Şampiyonên Afrîkayê dibe.