Serok Barzanî pêşwazî li Şêxê Eşîra Şemer kir

Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Tebaxa 2021ê pêşwazî li Şêxê Eşîra Şemer Şêx Ebdullah Himêdî Ecîl Yawer kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Tebaxa 2021ê pêşwazî li Şêxê Eşîra Şemer Şêx Ebdullah Himêdî Ecîl Yawer kir.

Di hevdîtinê de rewşa xelkê rojavayê Dîcle û deverên sînorî yên Iraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de behsa gefên terorîstan û pêkvejiyana navbera pêkhateyên parêzgeha Mûsilê hat kirin.

Eşîra Şemer yek ji mezintirîn eşîrên Ereb e ku endamên wê li Iraq û Sûriye û Urdin, Umman, Qeter û Îmaratê hene.