Macron: Em piştevaniya Fransa ji Iraqê re dubare dikin

Serokê Fransayê diyar kir, wan budceyeke taybet ji bo avedankirina Iraqê veqetandiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransa Emmanuel Macron li Bexdayê, piştevaniya Fransayê ji Iraqê re dubare kir û diyar kir, wan budceyeke taybet ji bo avedankirina Iraqê veqetandiye.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê di konferanseke rojanamevanî ya hevbeş bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re ragihand, “Serdana Serokê Fransa bo Iraqê di vê qonaxa hestiyar de, piştevaniyeke girîng ji Iraqê re ye û gelê Iraqê spasiya vê helwesta girîng a Fransayê dike.”

Kazimî got: “Iraq û Fransa di ware petrol, enerjî û aborî de bi hev re kar dikin. Spasiya helwesta Fransayê dikin, bi taybet di hevkariya di rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de. Bexda û Parîs jî di rûbirûbûna DAIŞê, berevaniya li nirxên mirovî û şerê li dijî terorê de jî hevbeşên girîng in.”

Serokê Fransayê jî derbarê Lûtkeya Bexdayê de ragihand, “Me berê tekezî li ser aramiya Iraqê kiriye. Di civîna bi Kazîmî re me behsa rûbirûna DAIŞê û têkbirina wê rêxistinê kir. Dizanim şerê li dijî terorê ji karên pêşîne yên Hikûmeta Iraqê ye, ji ber wê piştevaniya welatê xwe ji Iraqê re di şerê li terorê de dubare dikim.”

Macron got jî: “Ji bo vegera koçberan li ser cih û warên xwe, Fransa piştevaniya Iraqê dike û budceyeke taybet jî ji bo avedankirina Iraqê veqetandiye. Herwiha ji bo jêrxaneya aboriya Iraqê jî, çendîn proje ji aliyê kompanyayên Fransayê hatine pêşkêşkirin û kar li ser wan dikin.”

Herwiha got: “Em pesna Hikûmeta Iraqê ya vejandina welatê xwe didin. Herwiha piştevaniyê li biryara hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dikin û hêviya pêşerojeke baştir ji Iraqê re dixwazin.”

Serokê Fransayê tekez kir: “Iraq aram nabe, eger welatên herêmê jî hevkar nebin. Ji bo vê armancê jî bijardeya me ew e, kar bi Hikûmeta Iraqê bikin. Erkê me hemûyan e aramî li Iraq û herêmê bi giştî were peydakirin. Ev lûtke jî, serkeftineke mezin a Iraqê ye.”