Liverpool bi 10 lîstikvanên Chelsea re wekhev ma
Navenda Nûçeyan (K24) – Liverpool di lûtkeya gera sêyemîn a Lîga Premier de, bi 10 lîstikvanên Chelsea re 1 – 1 wekhev ma.
Chelsea destpêkê gala xwe di xuleka 22an de bi riya Kai Havertz tomar kir, berî ku Salah di xuleka 45an de bi lêdana penaltiyê encamê wekhev bike.
Chelsea ji xuleka 45emîn û pê ve bi deh lîstikvanan lîstik temam kir, piştî ku lîstikvanê wê Reyes James bi karta sor hate dûrxistin.
Bi vê encamê, her du tîman Liverpool û Chelsea pûanên xwe derxistin 7 pûanan, da ku bi demkî pêşengiya Lîga Premier a Îngiltrayê bi hev re parve bikin.