Li Kabulê dengê teqîneke bihêz hat bihîstin

Li gor zanyariyên destpêkê, deng yê êrîşeke mûşekî bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a AFP ragihand; dengê teqîneke bihêz li Kabula paytexta Efxanistanê hate bihîstin û li gor zanyariyên destpêkê, deng yê êrîşeke mûşekî bûye.

Şeva borî Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand; rewşa ewlehiya Balafirgeha Kabulê gelek metirsîdar e û di nava 24 heta 36 demjimêrên pêş de îhtîmala êrîşeke din a terorîstî heye.

Dawiya hefteya borî jî êrîşeke xwekujî li Balafirgeha Kabula paytexta Efxanistanê hat kirin û di encama êrîşê de herî kêm 182 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn, di nav kuştiyan de 13 serbazên Amerîkayê jî hebûn.

Fly Erbil Advertisment