Barcelona girêbesta bi lîstikvanê ciwan ê Tirkiyê re yekalî dike

Emre Demir
Emre Demir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Katalanî "Sport" îro piştrast kir, tîma Barcelona girêbesta bi stêrka Tirkiyê yê ciwan Emre Demir re, yê ku dê di Çile de bibe 18 salî, yekalî kir.

Rojnameyê ragihand, Serokê Barcelona Joan Laporta ​​bixwe beşdarî danûstandinên îmzekirinê yên bi stêrka ji Kayserispor a Tirkiyê hatiye kiriye.

Barcelona pêşbînî dike, lîstikvanê ciwan Emre Demir dê pêşerojeke wî ya girîng hebe, wek çawa bi lîstikvan Pedri re bûye ku di demeke gelekî kurt de bû stûneke wê tîmê.

Emre Demir di 15 saliya xwe de bi tîma Kayserispor a Tirkiyê re lîst û goleke tomar kir, ji bo bibe biçûktirîn lîstikvanê ku gol di dîroka lîgaya Tirkiyê de tomar kiriye.