Griezmann vedigere Atletico Madrîd

Antoine Griezmann
Antoine Griezmann

Navenda Nûçeyan (K24) – Atletico Madrîd û Barcelona di kêliyên dawîn ên heyama veguhestina Havînê de ragihandin, ew li ser vegera êrişkarê Fransî Antoine Griezmann bo Atletico Madrîd li hev kirin.

Antoine Griezmann di Havîna 2019an de li hember 120 milyon euro ji Atletico Madrîd çûbû Barcelonayê.

Tîma Barcelona di daxuyaniyeke fermî de ragihand, Barcelona û Atletico Madrîd li hev kirin, ta ku Antoine Griezmann ji bo werzekê bi deyn biçe Atletico Madrîd. Da zanîn jî, ew dikarin wê rêkeftinê ji bo werzeke din jî dirêj bikin.

Li gor daxuyaniya Barcelonayê, Atletico Madrîd dê mûçeya Griezmann bide û bijardeya kirînê jî jê re heye.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "FC Barcelona spasiya Antoine Griezmann dike ji bo dilsoziya wî û serkeftinê jê re dixwaze."