Tirkiyê du balafirên serbazî şandin Kabulê

Malpera çavdêriya geştên balafirên sivîl û serbazî belav kiriye ku du balafirên barhilgir ên serbazî yên Tirkiyê gihiştine esmanê Efxanistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera çavdêriya geştên balafirên sivîl û serbazî belav kiriye k[11] u du balafirên barhilgir ên serbazî yên Tirkiyê gihiştine esmanê Efxanistanê.

Li gor zanyariyên malpera Flightradar, ew du balafirên serbazî yên Tirkiyê yên cûreya Airbus A400M ji baregeha Qeyserî ya artêşa Tirkiyê rabûne.

Hîn ne diyar e ku wan her du balafiran berê xwe dane kîjan balafirgeha Efxanistanê, lê dibe ku ber bi Kabulê di rê de ne.

Herwiha îro balafireke Îmaratî li Balafirgeha Kabulê daketiye û şandeke Îmaratê ligel rayedarên Îmarata Îslamî ya Efxanistanê dicivin. Ev yekem car e piştî valakirina Efxanistanê, balafireke derve dadikeve Balafirgeha Kabulê.

Li gor zanyariyên medyayê, balafirên ku ji Tirkiyê rabûne, tîma teknîkî û şarezayên warê firokevaniyê tê de ne, bi mebesta rêkxistina Balafirgeha Kabulê berê xwe dane Efxanistanê.

Fly Erbil Advertisment