Rêveberiya Xweser biryarên nû derbarê “erkê xweparastinê” de derxistin
Hevserokatiya Nivîsgeha Berevaniyê ya li Rojavayê Kurdistanê kesên ku 1990 heta 1997an ji dayik bûne ji erkê xweparastinê (leşkeriya neçarî) efû dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokatiya Nivîsgeha Berevaniyê ya li Rojavayê Kurdistanê kesên ku 1990 heta 1997an ji dayik bûne ji erkê xweparastinê (leşkeriya neçarî) tên efûkirin.
Hevserokatiya Nivîsgeha Berevaniyê îro di daxuyaniyekê de hejmarek biryar nû dan û ragihand, ji ber berjewendiya giştî, kesên ku 1990 heta 1997an ji dayik bûne ji erkê xweparastinê tên efûkirin.
Di xaleke din a daxuyaniyê de hat gotin: Kesên temenê wan bûne 18 salî û heta jidayikbûyên 1998an ji bo cibicîkirina erkê xweparastinê tên xwastin.
Li gor daxuyaniyê jî, ev biryarên nû, kesên li ser karên xwe ne û kesên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dîspilîna Leşkerî reviyane, li xwe nagire.
Derxistina yasaya Erkê Xweparastinê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di sala 2014an de, rastî nerazîbûna beşeke mezin ji xelkê Rojavayê Kurdistanê tê û dibêjin, cibicîkirina vê yasayê bûye sedema koçberiya ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê ve.
Di meha Hezîrana borî de jî, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser di çarçoveya kampîna Erkê Xweparastinê de dest girtina xortan li gund û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kir. Li Minbicê jî xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî wê biryarê derketin û di encama aloziyan de hejmarek kes hatin kuştin. Piştre jî biryara “Erkê Xweparastinê” li Minbicê hat rawestandin