Talîbanê kontrolkirina Pencşîrê ragihand

Berdevkê Tevgera Talîbanê: Niha Pencşîr bi temamî di bin kontrola Talîbanê de ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabîhulla Mucahid kontrolkirina wîlayeta Pencşîr a li bakurê Kabulê bi temamî ragihand.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabîhulla Mucahid li Twittera xwe nivîsî: “Dawî kelha dijminan ku wîlayeta Pencşîr e hat kontrolkirin. Niha Pencşîr bi temamî di bin kontrola îmareta Îslamî ya rêjîma siyasî ya Talîbanê de ye.”

Herwiha got: “Hin serhildêr di şeran de têk çûn, yên din jî reviyan. Talîban jî ji gelê Pancşîr re piştrast kir ku ew ê zilmê li wan nekin.”

Ji aliyê xwe ve, hêzên Bereya Berxwedana Niştimanî ya Pencşîrê ev nûçe re kir û diyar kir, Pencşîr bi temamî neketiye bin kontrolkirina Talîbanê û tekez kir, ew di şerê xwe de berdewam in.

Di çend rojên borî şerekî giran di navbera Bereya Berxwedana Niştimanî û Tevgera Talîbanê de rû dabû.

Wîlayeta Pencşîr, wîlayeteke çiyayî û dijwar e û cihê Bereya Berxwedana Niştimanî bi serokatiya Ehmed Şah Mesûd e.

Fly Erbil Advertisment