Ji sala 2001ê ve li Iraq û Sûriyê 22 hezar kes bi êrîşên firokeyên Amerîkayê hatine kuştin

Piştî 11ê Îlona 2001ê ve bi rêya êrîşên firokeyên Amerîkayê zêdetirî 22 hezar sivîl hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 11ê Îlona 2001ê ve bi rêya êrîşên firokeyên Amerîkayê zêdetirî 22 hezar sivîl hatine kuştin.

Rojnameya The Guardian, bi rêya komeleya çavdêrîkirina ziyanên sivîl eşkere kir; ji destpêka sala 2001ê ve ji 100 hezar êrîşên esmanî yên Amerîkayê, 22 hezar û 679 sivîl hatine kuştin, pêşbînî tê kirin ku ew hejmar bigihîje 48 hezar kesan.

Herwiha ragihandiye; destpêka şerê Iraq – Amerîkayê ya sala 2003an, 5 hezar û 529 sivîl, ji ber êrîşên firokeyan di wê salê de hatine kuştin, sala herî bi xwîn jî 2017an bû, ku hejmara kuştiyan gihiştiye 19 hezar û 623 kesan, ev jî di dema êrşên firokeyên Amerîkayê de bo ser binkeyên DAIŞê yên li Iraq û Sûriyê bûye di dema têkoşîna dijî terorê de.

Hatiye eşkerekirin ku bi giştî kuştiyên şerê terorê li Iraq û Sûriyê gihiştiye 387 hezar sivîl, ku bi destê aliyên cuda hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya Pentagonê, Amerîka û Hevpeymanan, ji bo kêmkirina hejmara qurbaniyên sivîl dixebitin, heta niha jî hejmara kuştiyên di rêzên karmendên sivîl û serbazî de ranegihandiye.