Li Bane du kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin
Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê 2 kolberên kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê 2 kolberên kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn.
Duh li devera sînorî ya Birûşkanê li nêzîkî bajarokê Bane pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de 2 kolber birîndar bûn.
Her du kolberên ku birîndar bûne, xelkê bajarê Seqizê ne. Navê yekî Sidîq Tikabî (55 salî) û navê yê din jî Xebat Sadiqî (20 salî) ye.