Hilbijardeya Hollanda bi 6 golan hilbijardeya Tirkiye şaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêşbirka bo gihîştina Mondiala 2022an li Qeterê de, Hilbijardeya Hollandayê mêvana xwe hilbijardeya Tirkiyê bi 6 golan şaş kir.
Şeva borî di çarçoveya gera şeşem a pêşbirka gihîştina Mondiala 2022an li Qeterê de, hilbijardeya Hollandayê mêvandariya hilbijardeya Tirkiyê kir û bi encama 6 – 1 bi ser ket.
Golên Hollandayê, 3 gol “hat-trick” bi riya êrîşber Memphis Depay di xulekên (16,38, 54) de, herwiha 3 golên din jî bi riya Davy Klaassen, Guus Til û Donyell Malen di xulekên (1, 80, 90) de hatin tomarkirin.
Li dawiya lîstikê jî lîstikvanê Tirkiyê Cengiz Under gola hilbijardeya welatê xwe yê tekane tomar kir.
Bi vê serkeftinê, Hollanda Bi 13 punan bû pêşengê Koma G, Tirkiye jî bi 11 punan vegeriya rêza 3em a vê komê.