Çavuşoglu: Buhatir be jî, em amade ne Patrîot ji Amerîka bikirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê radigihîne, eger Amerîka sîstemê Patrîot bifiroşe wan, buhatir be jî ew amade ne bikirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, ji medya Tirkiyê re da xuyakirin, eger rêveberiya Amerîkayê bikaribe ji Kongressê biryara firotina sîstemên Patrîot derbas bike, buhayên wan giran be jî ew amade ne bikirin.

Çavuşoglu got, ji ber kirîna sîstemên S-400 a Rûsî, Amerîka dorpêçî daniye ser Tirkiyê û tu pêşniyara wê jî qebûl nekiriye. Got jî: Rêkeftina S-400 temam bûye û pêwîst e Amerîka êdî vê qebûl bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir, pêwîstiya Tirkiyê bi sîstemên berevaniya asîmanî heye û ew dixwazin gavek zûtir wan dabîn bikin

Fly Erbil Advertisment